Li Reqayê êrişa çekdarî; 4 endamên "Ewlekariya Giştî" hatin kuştin

Di êrişa çekdarî ya li dijî bendeke kontrolê ya li bajarê Reqayê de 4 endamên "Ewlekariya Giştî" ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin kuştin.

Li Reqayê êrişa çekdarî; 4 endamên "Ewlekariya Giştî" hatin kuştin
23 sibat, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro çekdaran li herêma Sebahiyê ya rojavayê bajarê Reqayê êrişî bendeke kontrolê ya "Ewlekariya Giştî" ya girêdayî Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.

Li gorî agahiyên medyayên hikumetê parve kirin, di encama êrişê de 4 endam hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne û êrişkarek hatiye kuştinç.

Ji duh ve ev êrişa duyemîn e li dijî benda kontrolê pêk tên.

(fr)