Xelkê herêma Firatê sersaxî da malbata şehîd Baran Mezlûm

Şêniyên herêma Firatê li gundê Xanikê yê Kobanê sersaxî da malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Baran Mezlûm.

14 kanûn, 2023   14:09
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û endamên saziyan berê xwe da gundê Xanikê yê Kobanê û sersaxî da malbata şehîd Baran Mezlûm (Halim Mistefa). Şehîd Baran Mezlûm di 5’ê Îlona 2012’yan de li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûbû.

Di bin konê taziyeyê de wêneyên şehîd hatibûn daliqandin.

Endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh di merasîma sersaxiyê de axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Tiştê herî pîroz xwîna wan bû, ew jî di oxira azadiyê de kirin xelat.”

Rêvebera Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiye Silêman jî wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin û em ê tola şehîdan ji dijmin hilînin. Serkeftina herî mezin ew e ku em xwedî li şehîdan derkevin, xwedî li Rêber Apo derkevin. Em berxwedana zindanan silav dikin û serkeftinên ji wan re dixwazin. Em tu carî li hember dijmin nasekinin û em ê her tim berxwedanê bilind bikim. Em gerîlayên serê çiyan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(sş)

ANHA