Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin li bajarê Girkê Legê pêk anîn. Di hevdîtinan de hate diyarkirin ku têkoşîna hevbeş a gelan mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
Hevdîtinên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin
19 cotmeh, 2024   15:49
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, şaneyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin li bajarê Girkê Legê pêk anîn.

Endamên însiyatîfê, hevdîtin bi kesên ku di salên 1990ˈî de li Sûriye û Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştibûn, kir.

Kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn diyar kir ku "Rêbertî zanyar û fîlozofekî mezin bû û diket dilê mirovan."

Her wiha şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan pê rabibû bi "şoreşeke dîrokî" bi nav kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna hevbeş a gelan mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn got dewleta Tirk komployên xwe didomîne û dijbertiya gelên Kurd û tevahî gelan dikin. Dane zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan dixwest gel xwe bi rêxistin bike û tê bikoşe.

Her wiha îşaret pê kirin ku Rêber Abdullah Ocalan girîngî da rola pêşang a jinan di rizgarkirina Kurdistanê de û îşaret pê kirin ku serketina her şoreşekê bi azadkirina jinan dibe.

Endamê însiyatîfê Silêman Ehmed bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku armanca komployê şikandina vîna gelan e.

Ehmed tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û wernegirtina agahiyan jê, wek berdewama komployê bi nav kir.

Ehmed anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi taybetî pirsgirêka Kurd re çareserî ne û wiha domand "Ev felsefe ne li gorî dewletên kapîtalîst e. lew re komployên li dijî wî didomînin."

Silêman Ehmed anî ziman ku armanc ji van hevdîtinan ew ku çawaniya firehkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş bikin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajaran hevdîtin pêk anîne.

(bb)

ANHA