Îlankirina şêxekî nû ji bo êla Şemer bû sedema nakokiyan

Di civînekê de bi beşdariya nûnerên hikumeta demkî Seyf El Cerba wekî şêxê êla Şemer hat diyarkirin. Ji ber vê yekê di nava êlê de dabeşbûn û nakokî derketin.

Îlankirina şêxekî nû ji bo êla Şemer bû sedema nakokiyan
14 nîsan, 2026   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên civakî yên herêmî hûrguliyên civînekê ku li gundê El Fustat ê başûrê Hesekê hate lidarxistin weşandin. Di wê civînê de Seyf El Cerba bi fermî wek şêxê êla Şemer li Sûriyê hate destnîşankirin.

Nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên beşdarî merasîmê bûn dikare wekî piştgiriya rasterast ji bo Seyf El Cerba li ser hesabê şêxê êlê yê berê Mani Hemîdî El Daham were dîtin.

Her çend ji êla Şemer an şêxên wê tu şîroveyek fermî nehatiye kirin jî, medyaya civakî bi nîqaş û dabeşbûnê di nav êlê de û di navbera eşîrên din de tijî bûye. Hin kes piştgiriyê didin vê gavê, lê gelekên din wê red dikin ku tevgerên wiha dikare herêmê bixe nav pevçûnên navxweyî yên eşîrî.

(fr)