Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê

Li quncikekî xaniyekî, Hesîna Mistefa Ehmed a 100 salî, ku li hember bahoz û zehmetiyan li ber xwe daye, rûniştiye. Destên wê yên qermiçî çîroka sedsalekê vedibêjin, çavên wê ku bi bîranînên Kobanê dibiriqin, şahidê zindî yê dîroka bajarekî ye ku li hember jibîrkirinê li ber xwe da ye.

Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê
Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê
Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê
Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê
Hesîna Ehmed a 100 salî: Şahidekî sedsalekê ji dîroka Kobanê
22 tebax, 2026   07:50
KOBANÊ
DICLA EHMED

Hesîna Ehmed li gundê Til Xezal ê nêzîkî bajarê Kobanê ji dayik bû. Di sala 1960`an de ji gundê xwe derket û çû Kobanê. Hesîna keça herî mezin a malbateke ye ji 12 kesan (7 kur û 5 keç) pêk dihat.

Dema ku ji Hesîna li ser navê bajêr tê pirsîn, ew bi tundiya kesekî ku şer jiyaye bersiv dide: "Kobanê, ev axa bav û kalên min e. Çi dibe bila bibe ez ê tu carî dev ji navê wê bernedim. Kî bêje 'Eyn El Ereb' dîroka vî bajarî nizane. Xwîna xelkê Kobanê ya gelê Kurd e. "

Hesîna bûye bîrdankek zindî, destanên bajêr vedibêje. Tevî giraniya salan û qermîçokên li ser rû û destên wê hatine xêzkirin, ew hişyar e, bi awayekî herikbar çîrokên dapîr û bapîrên xwe, efsaneyên Kobanê û destanên berxwedanê vedibêje.

Ew her wiha behsa dagirkirina Fransî û salên birçîbûn û şoreşên ku li herêmê çêbûne dike.

Bi dengekî nerm lê aram dibêje, "Me birçîbûn û neheqî dît, lê me qet axa xwe nehişt. Vî bajarî li ber xwe daye û dê li ber xwe bide."

JIYANEK DI NAV KAVIL Û KULÎLKAN DE

Xaniyê Hesînayê ku di şerên berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de di sala 2014'an de beşekî wî wêran bûbû, hîn jî wekî şahidiya berxwedana wê radiweste.

Hesîna qebûl nekir mala xwe berde, rojên xwe di navbera karên malê yên ku ew dikare birêve bibe û lênêrîna kulîlkên xwe de derbas kir.

Zarokên taxê ku Hesîna baş nas dikin li dora wê dicivin da ku guh bidin çîrokên "Dapira Hehîna" ku wan bi kokên wan ve girêdide.

PEYAMEK DI SERDEMA GUHERTINA NAVAN DE

Hesîna helwesta xwe di hevokekê de ku bûye wesiyeta wê bi kurtî got: "Ez keça Kobanê me, ez li Kobanê jiyam û ez ê li Kobanê bimrim. Navê Kobanê ne tenê tîp in; nav dîrok û qurbanî ne. Ez ê navê Kobanê biparêzim heta ku ez li ser çokan bim jî."

(k)

ANHA