Li Şengalê dest bi vekirina gorên qurbaniyên fermanê tê kirin

Piştî 11 salan, li Şengalê gava yekem a ji bo naskirina nasnameyên qurbaniyên fermanê hat avêtin ku ji aliyê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û PDK‘ ve bi awayekî neqanûnî û bêyî derbasbûna karên hiqûqî hatibûn derxistin.

Li Şengalê dest bi vekirina gorên qurbaniyên fermanê tê kirin
21 tebax, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2015’an de, piştî ku Şengal ji bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li nêzî bajarokê Xanesorê goreke komî ya ku cenazeyên 62 qurbaniyên fermanê di nav de bûn hatibû dîtin. Wê demê berpirsên Hikumeta Herêmê bêyî ku testên DNA’yê bikin an jî nasnameya qurbaniyan zelal bikin, ev cenaze bi awayekî propagandayî anîn û li nêzî Mazarê Şerafedîn veşartin.

Ev nêzîkatî bîranîn û hestên malbatên qurbaniyan birîndar kir, ji ber ku ew bi salan ketin nav hewldanan ku nasnameya ezîzên xwe tam fêr bibin û wan li gorî rêûresmên Êzidiyatiyê bispêrin xakê.

Îro Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê û Desteya Gorên Komî yên Iraqê gava fermî ya yekem avêtin. Lijneya taybet li ber Mazarê Şerafedîn amade bû, tomarên malbatên qurbaniyan çêkirin û tê payîn ku di rojên pêş de bi merasîmeke fermî dest bi vekirina van goran bête kirin. Her wiha cenaze ji bo nasnamekirinê ji bo Navenda Tiba Edlî ya li Bexdayê werin şandin û piştre ji malbatên wan re werin radestkirin.

Çavkanî: Rojnews