Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn

Şêwekar Roder Îbrahîm hunera xwe ya ku ji folklora kurdî tê ji bo belavkirina çanda kurdî bi kar tîne. Tabloyên xwe yên ku çand û kevneşopên kurdî vedibêjin li pêşangehên Sûriyeyê û derveyî ê pêşan dide.

Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
Bi şêwekariyê çanda kurdî dide nasîn
22 tebax, 2026   05:05
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Roder Îbrahîm di 6 saliya xwe de hezkirina xwe ya ji neqişandinê re dîtiye û ji wê demê ve huner jê re bûye alava derbirînê. Ew neqişandinê wek wesîleya ku huner, çand û kevneşopa kurdî bi hev ve girê dide dibîne. 

Niha Roder Îbrahîm 34 salî ye, wî li Şamê dest bi tecrubeya xwe ya hunerî kir, wî destpêkê bi rengê spî û reş neqişandin dikir, paşê berê hunera xwe da rengên din ên cuda. Ew hejmarek rêbazên cuda yên hunerê bi kar tîne.

Îbrahîm dibêje dema wî berê xwe da bikaranîna rengan di neqişandina xwezayê de, wî zêdetir ji tecrubeya xwe sûd girt.

Bi pêşketina tecrubeya Roder Îbrahîm a hunerî re sala 2014`an li bajarê Qamişlo cihekî ji bo neqişandinê taybet vekir, ew cih ne tenê ji bo neqişandinê ji bo perwerdekirina hezkerên hunerê jî bi kar anî. Hejmarek xwendekar fêr kirin û behreyên wan bi pêş xistin.

Îbrahîm dibîne ku fêrbûna bi şêweyê rasteqînî dihêle ku ew bi awayekî zelal fikrên di mêjiyê xwe de di tabloyê de bi cih bike. Li aliyekî din ew dixwaze rêbazeke hunerî a taybet bi pêş bixe.

Piştî ku Îbrahîm tecrubeya xwe anî Qamişlo, dîtina wî ya ji bo kevneşopî û folklora Kurdî berfirehtir bû, ev yek hişt ku bi awayeke zelal di xebatên wî de bên nîşandan. Di tabloyên Îbrahîm de cil û bergên, muzîk, adet, civakbûn û çandî Kurdî tên dîtin.

Îbrahîm dibîne ku tabloyên şêwekariyê dikare bibe wesîle ji bo nasandina çand û mîrateyê, bi taybet dema li derveyî Sûriyeyê bê nîşandan. Ji ber vê yek ew her dixwaze tabloyên wî yên girêdayî folklora Kurdî li derve werin pêşandan.

Roder Îbrahîm da zanîn ku girêdana wî ya bi zengîniya folklora kurdî, dîrok û jiyana rojane, hişt ku ew bibe beşeke sereke ya tecrubeya hunerî. Dîtina van tiştan di tabloyê de girêdana bi çandê nîşan dide, ev yek dihêle ku hûrgilî bên parastin û hebûna wê di bîra civakê de mayînde bibe.

NÊZÎ 50 PÊŞANGEH Û BEŞDARIYÊN DERVE

Îbrahîm beşdarî nêzî 50 pêşangehên li Sûriyeyê bûye, li kêleka wê li derve jî tev li pêşangehan bûye. Niha amadekariya vekirina pêşangeheke taybet a folklora kurdî dike.

Roder Îbrahîm niha beşdarî 2 pêşangehên hunerî yên li Qahîra û Bexdayê bûye, di wan pêşangehan de xebatên xwe yên girêdayî folklora û mîrateya Kurdî pêşandaye.

Îbrahîm diyar kir ku pêşangehên ku li derveyî Sûriyeyê vedibin, rê didin ku şêwekarên Kurd derfetê bibînin ku çand û kevnopiya xwe li pêşberî cemawereke berfirehtir bidin nasandin.

Roder Îbrahîm ji bo dabînkirina alav û madeyên neqişandinê wekî hemû şêwekaran zehmetiyan dibîne, bi taybet ji bo peydakirina rengên xwedî qelîteyên baş. Îbrahîm da zanîn ku madeyên li sûka herêmê xwedî qelîteyeke sînordar in, ev dihêle ku şêwekar madeyan ji derve peyda bikin. Hebûna alav û madeyan faktoreke sereke ye ji bo pêşxistina tecrubeyan.

PIŞTGIRIYA JI BO ZAROKAN

Îbrahîm neqişandinê tenê wek çalakiyeke hunerî nabîne, ew dibîne ku neqişandin behreyeke ji bo avakirina kesayeta zarokan û pêşxistina wan. Roder Îbrahîm daxwaza ji malbatan kir ku piştgirî û girîngiyê bidin behreyên neqişandinê ya zarokên xwe.

Roder Îbrahîm destnîşan kir ku zarok xwezayî nêzîkî neqişandinê ne, piştgiriya wan dê bihêle ew behreya xwe bibînin.

Roder Îbrahîm hêvî kir ku di demên pêş de derfeteke mezintir a beşdariya pêşangehên derve ji bo wî bê dayîn.

(sb)

ANHA