Hemas radestkirina dîlgirtiyan taloq kir û bersiva gefên Trump da

Hemasê ku biryara taloqkirina radestkirina dîlgirtiyên îsraîlî daye, bersiva gefên serokê DYA’yê Donald Trump da "Peymanek hene divê herdu alî li hemberî wê rêzgar bin."

Hemas radestkirina dîlgirtiyan taloq kir û bersiva gefên Trump da
11 sibat, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketîbeyên Ezedîn El Qesam ku baskê leşkerî yê Hemasê ye, duh biryara talqokirina radestkirina dîlgirtiyên Îsraîlê heya demek ne diyar dabû. Ketîbeyên Ezedîn El Qesam îdia kir ku sedema vê biryarê nepabendîbûna Îsraîlê bi bendên lihevkirinê ye. 

Berdevkê Ketîbeyê Ezedîn El Qesam li ser hesabê xwe yê ’Telegeram’ wiha nîvisî bû " Heya Îsraîlê navaroka lihevkirinê bi cih neyne, radestkirina dîlgirtiyên ku biryar bû roja şemiyê (15 Sibata 2025) hatibana berdan heya deme nediyar hat taloqkirin."

 Wezîrê parastinê yê Îsraîlê ev biryar wekî binpêkirina peymana agirbestê û serbestberdana dîlgirtiyan  bi nav kiribû.

Serokê DYA’yê duh biryara Hemasê ya taloqkirina radestkirina dîlgirtiyên Îsraîlê bi "Metirsîdar" bi nav kir. Trump gef li Hemasê xwaribû ku eger heya nîvroya Şemiyê rehîn serbest neyên berdê dê "Dojeheke rastqîn" bibîne.

Ji rêveberên Hemasê Samî Ebû Zehrî diyar kir ku divê serokê DYA’yê bîne bîra xwe ku lihevkirineke heye divê her du alî li hemberê rêzdar bin.

Rêveberê Hemasê anî ziman ku rêzdariya li hemberî peymanê rêya yekana ya vegera dîlgirtiyan û got, zimanê gefxwarinan bê qîmet in û aloziyê gûrtir dike.

(bb)