Piştî gefên Hemasê li Tel Avîvê xwepêşandan

Piştî ku Hamasê gefa derengxistina berdana dîlgrtiyan xwar, li kolanên Tel Avîvê xwepêşandan hati lidarxistin.

Piştî gefên Hemasê li Tel Avîvê xwepêşandan
11 sibat, 2025   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gefên Hamasê yên ji bo paşxistina serbestberdana dîlgirtiyan, li kolanên Tel Avîvê xwepêşandan li derketin û daxwaza berdana hemû dîlgirtiyan kirin. Li kolanan girseya gel wêneyên girtiyên xwe hildabûn û daxwaza berdana wan kirin.

Hemasê Îsraîl tawanbar kir ku xalên rêkeftinê paşguh kiriye û "gelek binpêkirin" pêk aniye, weke derengxistina vegera koçberan bo bakûrê Xezayê, û êrişên bi top û gulleyan li dijî filistîniyan, ku di encamê de gelek ji wan li deverên curbicur ên Xezayê hatin kuştin.

Li hember vê yekê, artêşa Îsraîlê ragihand ku asta amadebaşiyê ya hêzên xwe li Fermandariya Leşkerî ya Başûr li nêzî Xezayê zêde kiriye.

(k)