‘ Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertê serkeftina pêvajoyê ye‘

Rêveberên PYD‘ê yên bajarê Til Temirê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û temamkirina diyaloga siyasî gavek bingehîn e.

‘ Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertê serkeftina pêvajoyê ye‘
5 tebax, 2026   05:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Temirê Nûhat Xelîl Şindî û rêveberê meclisê Idrîs El Yûnis der barê rêyên serxistina pêvajoya aştiyê û gavên ku divê werin avêtin nêrînên xwe anîn ziman.

Nûhat Xelîl Şindî got, banga ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê kiriye ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e, lê di heman demê de ji bo dîtina çareseriyên siyasî bi rêya diyalogan û civaka demokratîk ji krîzên Rojhilata Navîn e.

Nûhat Şindî bi bîr xist ku gavên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo serxistina pêvajoyê avêtine prtîkî û erênî ne û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Dewleta Tirk heya niha gav neavêtiye. Hikumeta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan avêtina gavên ku ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîst dibîne dereng dixe."

Nûhat Şindî anî ziman ku serxistina pêvajoya aştiyê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî da ku rasterast beşdarî rêvebirina diyalogan.

Ji rêveberên Meclisa PYD‘ê ya Til Temirê Idrîs El Yûnis jî der barê mijarê de ev nirxandin kir "Bandora projeya Aştî û Civaka Demokratîk bi Tirkiyeyê tenê ve sînordar nîn e, lê wê bandorê li Sûriye û herêma Rojhilata Navîn jî bike ku guhertin û veguhertin lê rû didin. Ji bo pêvajo bi ser bikeve jî ji hemû aliyan tê xwestin ku gavan biavêjin."

Idrîs El Yûnis bi bîr xist ku PKK‘ji bo piştgirkirina pêvajoya aştiyê gavên pratîkî wekî şewitandina çekan û vekişîna ji sînorê Bakurê avêtin, lê dewleta Tirk heya niha gav neavêtiye, ev jî bandorê li pêşvebirina pêvajoyê dike.

Idrîs El Yûnis di dewama axaftina xwe de anî ziman ku lihevkirineke li ser çareseriyeke mayînde ku li gorî têgeha neteweya demokratîk be, dê mafên siyasî, çandî û zimanî yên gelê Kurd mîsoger bike û bingehekê ji bo qonaxeke aramî û hevjiyana gelên herêmê ava bike.

El Yûnis, bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî bingeha birêvebirina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan dikare bi aliyên têkildar re diyalogê bimeşîne û di gihiştina çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurd de beşdarî bike. Diyalog û çareseriyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî û bidawîkirina pevçûnan rêya herî guncaw e."

(bb)

ANHA