Hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê li Xeza û Lubnanê zêde bûn

Hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bû zêdetirî 138 hezarî, her wiha hejmara kuştî û birîndarên ên êrişên Lubnanê jî zêdetirî 4 hezar, her wiha hejmara kuştî û birîndaran li Lubnanê jî 4 hezar welatî derbas kir.

Hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê li Xeza û Lubnanê zêde bûn
1 cotmeh, 2024   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7'ê Cotmeha par ve di encama êrişên Îsraîlê de 41 hezar û 638 kes hatine kuştin, 96 hezar û 460 kes birîndar bûne.

Di 24 saetên borî de, artêşa Îsraîlê 4 komkujî li dijî malbatên Xezayê pêk anîn. Ji wan 23 hatin kuştin û 101 birîndar bûn.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê, Beyrût û Bîqa de di 24 saetên borî de 95 welatî hatin kuştin û 172 jî birîdar bûn.

Di encamê de hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê ji 23'yê Îlona borî ve gihîştiye hezar û 67 kesan û ya birîndaran jî 2 hezar û 955.

(mh)