Muntede Etyaf çalakiya xwe ya 2'yemîn li Dêrazorê li dar xsit

Desteya Çandê û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Dêrazorê û Muntede Etyaf çalakiyeke çandî bi navê "Çand di bin yek asmanî de" li hola Meclisa Rêveber a herêma Meamil a gundewarê Dêrazorê li dar xist.

Muntede Etyaf çalakiya xwe ya 2'yemîn li Dêrazorê li dar xsit
Muntede Etyaf çalakiya xwe ya 2'yemîn li Dêrazorê li dar xsit
Muntede Etyaf çalakiya xwe ya 2'yemîn li Dêrazorê li dar xsit
Muntede Etyaf çalakiya xwe ya 2'yemîn li Dêrazorê li dar xsit
1 cotmeh, 2024   18:56
DÊRAZOR

Di çalakiyê de rewşenbîr û hunermendên kantonên Dêrazor û Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Dêrazorê, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Desteya Çandê û Şûnwaran a kantonê beşdar bûn.

Di serî de sînevîzyonek li ser hunermendê navdar ê ji Dêrazorê Ziyab Meşhûr hat pêşandan, helbest û stranên folklorî yên herêmê hatin pêşkêşkirin.

Piştre hunermendê koçkirî Ziyab Meşhûr ji ber keda wî ya di qada hunerî de hat xelatkirin. Xelata wî ji bo Desteya Çandê û Şûnwaran a kantonê hat radestkirin.

Her wiha Desteya Çandê û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber kedên wê yên piştgiriya çand û hunerê û pêşxistina wan di herêmê de, hat xelatkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya 1'emîn di 1'ê Tebaxa borî de li bajarê Reqayê li dar ket. Armanc jê destekdayîna çand û hunera xwecih û xurtkirina têkiliyê di navbera hunermendan û civakê de ye.

(mh)

 ANHA