Guhertinên li Sûriyeyê û gurbûna şerê DYA-Îsraîl û Îranê di medayaya erebî de

Rojnameyan nivîsî ku berfirehbûna gotûbêja giştî li Sûriyeyê û zêdebûna bikaranîna medyaya dîjîtal, guhertinên rewşa navxweyî nîşan dide, tevî dijwariyên berdewam ên jiyana rojane. Di heman demê de, şerê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de gurtir dibe.

Guhertinên li Sûriyeyê û gurbûna şerê DYA-Îsraîl û Îranê di medayaya erebî de
24 adar, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê yê li dijî Îranê û bandorên wê yên li ser Lubnan û herêma Kendavê nivîsî.

‘TEVLIHEVIYA GOTÛBÊJA SÛRIYEYÊ!’

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Şerq El Ewsat behsa berfirehbûna çarçoveya gotûbêja giştî li welêt kir ku ji ber zêdebûna bikaranîna platformên medyaya dîjîtal û nebûna rêziknameyên zelal çêbûye. Ev bûye sedema astên cuda yên gotûbêjê derkevin pêş, ji analîza objektîf bigire heya dan û standina tawanbariyan, carinan digihêje asta xiyanetkirinê yan gurkirina tundiyê.

Rojnameyê nivîsî ku bi awayekî baş îşaret bi mijarên bingehîn nayê kirin, wekî baştirkirina şert û mercên jiyanê, çareserkirina xizanî û bêkariyê, ji nû ve avakirin, her wiha dosyayên penaberan û kampan û edaleta veguhêz ku hîn jî hewcedarî çareseriyên pratîk e.

‘ŞEREKÎ LEŞKERÎ LI SER LUBNANÊ’

Rojnameya El Ereb a li Londonê behsa pêşveçûnên şer kir û bal kişand ser pevçûnên berdewam ên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û îhtîmala berfirehbûna wê û dagirkirina bejahî.

Rojnameyê her wiha bal kşand ser bandorên pevçûnê li hundirê Lubnanê, bi taybet piştî zêdebûna hejmara koçberan û zexta li ser stargehan û tirsa zêdebûna aloziyên navxweyî dema ku şer berdewam bike.

‘EWLEKARIYA STRATEJÎK A KENDAVÊ’

Rojnameya El Xelîc li ser bandorên şer ên li ser ewlehiya herêmî nivîsî û diyar kir ku pêşketinên dawîn welatên Kendavê neçar kirine ku stratejiyên xwe yên ewlehiyê ji nû ve binirxînin. Rojnameyê destnîşan kir ku êrişên li ser rêyên enerjiyê dibin sedema pirsgirêkên nû ku hewce dike hevrêziya herêmî were xurtkrin û planên demdirêj ji bo çareserkirina rîskan werin danîn.

(k)