Di êrişa bi mûşek û dironan 6 pêşmerge şehîd bûn 45 jî birîndar bûn

Îro danê sibê bi dron û mûşekan êrişî hêzek pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin, di encama êrişê de 6 pêşmerge şehîd bûn, 45 jî birîndar bûn.

Di êrişa bi mûşek û dironan 6 pêşmerge şehîd bûn 45 jî birîndar bûn
24 adar, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên komên çekdar yên nêzî Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Divê çarçoveyê de duh bi şev gelek caran êrişî Herêma Kurdistanê hate kirin.

Danê siharê jî bi mûşek û dronan êrişî baregeha tabura 7 ya hêzên 80’ê ya hêza Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Êriş li sînorê Xelîfan ya bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat.

Li gorî agahiyan di encama êrişê de 6 pêşmerge şehîd bûne, 45 jî birîndar bûne. Piştî êrişê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyê.