Gerîla TV dîmenên çalakiyeke sabotajê weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke sabotajê ya li Xakurkê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker weşandin.

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke sabotajê weşandin
23 cotmeh, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê de bi daxuyaniyekê ev agahî dabûn:

“9'ê Tebaxê li qada Girê Şehîd Qehreman li hemberî dagirkerên ku derketibûn operasyonê û dixwestin bikevin çeperê, 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin û 2 dagirker birîndar bûn. Saet di 16:00’an de li dijî dagirkeran careke din bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Di encama çalakiyan de dagirkerên ku derb xwarin, bi rengekî bêencam ji operasyonê vekişiyan.

Ev çalakiyên ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin û dagirkerek tê de hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn, ji bo bîranîna fermandarê me yê nemir Egîd Garzan hate kirin ku dema bi erka Fermandariya Eyaleta Xakurkê radibû, di 11'ê Tebaxa 2020'î de şehîd bûbû.”