Gerîla TV Dîmenê Girê Amediyê weşand

Gerîla TV dîmenê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand.

Gerîla TV Dîmenê Girê Amediyê weşand
11 gulan, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"3'ê Gulanê saet di 14:55'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çekeke Doçka ya ku di êrîşên li ser tunelên me de dihate bikaranîn ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hate îmhakirin."