Li Tartûsê 3 teqîn sedemên wê hîn ne diyar in

Dengê 3 teqînan li bajarê Tartûsê yê Sûriyeyê hat, her wiha dengê teqîna çekên giran yên li dijî belefiran hate bihîstin, lê der barê teqînan de ti agahdarî bi dest neketin.

Li Tartûsê 3 teqîn sedemên wê hîn ne diyar in
11 gulan, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî nîvê şeva şemiyê – Yekşemê 3 teqînên li pey hev li bajarê bajarê Tartûs hate bihîstin, li dûv wê jî gulebarana dijwar ji çekên li dijî belefiran hate bihîstin.

Li gorî Navenda Sûriyê Ya Mafên Mirov, heya niha sedemên teqînan ne diyar e.

(k)