Gelê kantona Firatê li dijî êrişan meşiya

Şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

27 kanûn, 2023   12:47
KOBANÊ

Ji 23'yê Kanûnê ve, dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê û cihên xizmetguzariyê û bendên kontrolê bombebaran dike. Di encamê de 8 welatî şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûne. Her wiha tevî Nexweşxaneya Miştenûr a li Kobanê, gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma "Na ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re" daketin kolanan.

Meşê ji Qada Azadî ya Kobanê heta li ber konê çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ê li Qada Şehîd Egîd dewam kir. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî axivî li wir axivî û bal kişand ser berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Li cîhanê bi qasî berxwedana ku gerîla dike, tu berxwedan çênebûne. Gerîla ji bo civakeke azad û wekhev di nava lêgerîn û berxwedanê de ye."

Hecî berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de jî silav kir û wiha domand: "Gelê me jî li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide. Berxwedana ku li çiyayên azad tê kirin li dinyayê nehatiye kirin, berxwedaneke bêhempa û dîrokî ye. Dewleta Tirk bi salan e ji bo ku vê civakê qir bike û tune bike serî li her rêbazê dide."

Piştî axaftinan gelek beşdarên meşê tev li çalakiya konvendanê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û piştgiriya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' li Qada Şehîd Egîd tê lidarxistin.

(sş)

ANHA