Garantiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de û guhertinên li Lubnanê mijarên rojnameyên erebî bûn

Çavdêr dibêjin ku garantiyên dualî ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê dibe ku li xweşiya gelek welatên Ewropî neyê, nemaze ku Ukrayna di rewşek lawaz de ye. Her wiha Lubnan nayê guhertin heta ku parlamento neyê guhertin.

Garantiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de û guhertinên li Lubnanê mijarên rojnameyên erebî bûn
15 ÇILE, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro behsa şerê Rûsya û Ukrayna û rewşa Lubnanê kirin.

"BIDAWÎKIRINA ŞERÊ UKRAYNAYÊ Û GARANTIYÊN HER DU ALIYAN"

Rojnameya El Xelîj nivîsî: “Mijara garantiyên ewlehiyê yên Rûsyayê ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê, bê guman wê di navenda gotûbêjan de be, ji wan grantiyan ku Ukraynayê nekeve nava NATOyê, hevpeymanî ber bi rojhilatê ve fereh nebe, bêalîbûna Ukraynayê, Ukranya nebe xwedî çekên nukleerî her wiha mijara kantonên ku ji aliyê Rûsyayê ve li rojhilatê Ukrayna hatine desteserkirin. Di heman demê de Ukrayna dixwaze hemû herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin vegerîne ku ji sedî 20 ji xaka xwe ye, tevî nîvgirava Kirimê, û tevlî NATO û Yekîtiya Ewropî bibe, û garantiyên ewlehiyê ji Amerîka û welatên NATO werbigire, û hêzên Ewropî di çarçoveya van garantiyan de li ser axa Ukraynayê hevbin.

Rojnameyê got: "Gerentîtên ewlehiyê yên ku ji hêla Rûsyayê ve têne xwestin, dibe ku li xweşiya gelek welatên rojavayî neyê, ku di wê baweriyê de ne ku Ukrayna niha ne di rewşek hêzê de ye ku danûstandinên aştiyê bi Rûsyayê re dest pê bike û deverên xwe vegerîne. "

"Guhertin li Lubnanê bi destê gel tê kirin"

Derbarê pirsa Lubnanê de jî, rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir: "Lubnan nayê guhertin heya ku parlamentoya wê neyê guhertin, ji serokê wê yê ku bermayiyên şerê navxweyî ye bigre, heta endamên wê yên herî biçûk ku nûnertiya malbatên xwe dikin. Lewma divê gelê Libnanî xwe biguhre da ku ji bo avakirina dewletek nûjen guncan be. "

Rojnameyê her aiha got: “Tiştê ku Lubnan hewce dike ew e ku dev ji xizmetkirina malbatên feodal berde ew malbatên ku gel bi xapandina siyasî kirine kole. Lubnana hemdem hêjaye ku bayê hemdemiyê bikşîne, ew jî bi rêya cewherê wê ku dadmendiya civakî armanca wê ya sereke be. "

(k)