Di 38 Rojande herî kêm 365 çete hatine kuştin

Di 38 ronên berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma heta niha herî kêm 365 çete hatine kuştin.

Di 38 Rojande herî kêm 365 çete hatine kuştin
15 ÇILE, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 38 rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirinê, li gelek hermêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê, êrişên dijwar pêk tînin.

Tevî ku artêşa dagirker û çeteyên wê çekên giran, balafirên şer û ên bêmirov bi kar tînin jî, lê nikarî li hember berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêş ve biçin.

268 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gorî amarên dawîn ên ku ajansa me berhev kirine, hejmara çeteyên ku hatine kuştin, gihaştiye 365 ku piraniya wan li rojavayê bendava Tirşrînê hatine kuştin. Her wiha hejmarek ji wan li nêzî pira Qereqozaqê û li Tiltemir û Eyn Îsayê hatine kuştin.

QSD’ê ragihand ku wan 3 balafirên bêmirov yên Bayraktar TB-2 li nêzî Pira Qereqozaqê û yeke bêmirov a Anka li gundewarên Til Temirê û yek jî ya Aksungur li gundewarên Dirbêsiyê xistine.

81 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

QSD’ê her wiha ragihand ku heta 15 Çileyê di berxwedana dîrokî ya li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de, 81 şervanên QSD`ê şehîd bûne.

DI ÊRIŞAN DE 2 ROJNAMEVAN Û 49 SIVÎL ŞEHÎD BÛN

Êrişên dagirkeriya Tirk ên zêdetirî mehekê ye dewam dikin, bûn sedema ku di 2 komkujiyên cuda de li navçeya Eyn Îsa û bi taybet gundên El Musterîha û Sifeyan ku di 8 û 10’ê Kanûna sala borî de pêk hatin, 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8’ê Kanûnê de 3 endamên wan li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.

Di 11’ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bitemen jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de ambulansa Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû şehîd bûn.

Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Ceada de 2 zarokan jiyana xwe jidest da. Di topbaraneke din de jî ku di 12’ê Kanûnê pêk hat, dayikek û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Di 13’ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê kuştin.

Nûçegihana me Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrişa balafireke bêmirov de şehîd bûn.

Di 27ê Kanûnê de çeteyan êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrîn ê kantona Reqayê kirin û parêzvanê wê Mehmûd Muslim kuştin.

Di 31’ê Kanûnê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gundê Qeremox ê gundewarên rojhilatê Kobanê bi guleyan hedef girtin û di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nasan Seîd birîndar bû.

Di 8’ê Çile de dema karwanê sivîlan ji bo parastinê çû bendava Tişrînê, dagirkeriya Tirk li dijî gel komkujiyek pêk anî û di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser maleke li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê ya di 10’ê Çileyê de, ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 10’ê Çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser bejahiya Dêrikê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

(k)

ANHA