Fermandarek Heşdî Şeebiyê hat binçavkirin

Dije Terora Iraqê û Dezgeha Îstîxbaratê di encama operasyonek hevbeş de yek ji berpirsên hêzên Desteya Heşdî Şeebî Ebu Cefer li mala wî binçavkirin.

Fermandarek Heşdî Şeebiyê hat binçavkirin
24 tebax, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê ragihand ku di operasyoneke hêzên ewlehiyê de fermandarekî hêzên Heşdî Şeebî hatiye binçavkirin.

Hate diyarkirin ku danê sibehê Dezgeha Dije Teror a Iraqê û Dezgeha Îstîxbarata Iraqê operasyonek li darxistin û fermandarekî Desteya Heşdî Şeebî yê bi navê Ebû Cefer li mala wî hate girtin.

Lê nehat diyarkirin ku ew fermandarî li kîjan bajar û ji ber kîjan sedemî hatiye binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî fermandarekî Heşdî Şeebî li Bexdayê hatibû girtin, lê piştî çend rojan hatibû berdan. Li gorî medyaya Heşdî Şeebî, ew fermandar piştî ku di lêkolînan de derket bêgunehe, hatibû berdan.