Li herêma Tedmurê teqînek çêbû

Çavkaniyan diyar kir ku li nêzî avahiya rêveberiya herêma Tedmurê di encama avêtina bombeyekê ji hêla jinekê ve teqînek rû da, di encamê de kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

 Li herêma Tedmurê teqînek çêbû
24 tebax, 2026   14:20
NAVEND NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li herêma Tedmurê ya a li rojhilatê Humsê li nêzî avahiya rêveberiyê teqînek çêbû, li gor agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên herêmî, jinekê bombeyekê avêt ber avahiya rêveberiya herêmê li bajarê Tedmurê, çavkanî dibêjin ku kesek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hat belavkirin ku kesê hatiye kuştin bi navê “Mihemed Nadir El Zexabha” tê naskirin, lê heta niha agahî bi awayeke fermî nehatiye diyarkirin.

(sb)

ANHA