Fatoreyên pembo dê sibê bêne dayîn

Saziya Giştî ya Pembo ragihand ku dê sibe dest bi dayîna fatoreyên kirîna pembo ya ji cotkaran bike.

Fatoreyên pembo dê sibê bêne dayîn
5 mijdar, 2024   14:55
REQA

Saziya Giştî ya Pembo ya girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dê sibê (6 Mijdar) dest bi dayîna buhayên fatoreyên cotkaran ên kirîna pembo bike.

Saziyê ragihand ku dê buhayê kirîna pembo li Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê yên li kantonên Reqa û Dêrazorê û li navenda diravî ya giştî ya şîrketê ya li Desteya Çandinî û Avdanê ya li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê werin dayîn.

Saziya Giştî ya Pembo toneke pembo bi 600 dolaran kirîbû. Wergirtina pembo ji cotkaran hîna dewam dike.

Li gorî saziyê, îsal li 425 hezar donimî pembo hatibû çandin.

(bb/k)

ANHA