Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû

Pêşangeha Tiliyên Zêrîn a hunera jinan ku li Reqayê hatibû vekirin, di roja 3ˈyan de bi dawî bû.

Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn bi dawî bû
5 mijdar, 2024   15:09
REQA

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di 3, 4 û 5ˈê Mijdarê de pêşangeheke hunera jinan li Reqayê li dar xist. Pêşangeh bi navê "Tiliyên Zêrîn" li hola Stadyuma Beledî ya bajêr hat vekirin. 

7 endamên nivîsgehên Weqfa Jinan ên Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Perwerdeyê û Dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê bi hunerên xwe yên destkariyan tev li pêşangehê bûn. Di pêşangeha de, jinan hunerên xwe yên wekî dirûnê, ristina rîs, xiriç, xêzkirina tabloyan û aksesuarên bi destan hatine çêkirin, pêşan dan.

Di roja sêyemîn a dawîn de gelek jinan, endamên saziyên sivîl, tevgerên jinan û Hêzên Asayîşê serdana pêşangehê kir.

Pêşangeh di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

(bb/k)

ANHA