Ewlehiya xurekê di xetereyê de ye û agirbesta Lubnanê têk diçe

Medyaya Erebî bal kişad ser fikarên der barê krîza xurekê ya cîhanê û agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê de.

Ewlehiya xurekê di xetereyê de ye û agirbesta Lubnanê têk diçe
22 gulan, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî di rojevên xwe yên îro de cih dan bandorên pirsgirêka nukleerî ya Îranê û encamên wê yên aborî û siyasî, krîza xurekî  ya cîhanî, her wiha dan û standinên Lubnan-Îsraîlê.

'PÊDIVIYA XUREKÊ YA CÎHANÊ DI XETEREYÊ DE YE'

Rojnameya El Xelîc têkildarî bandora girtina Tengava Hurmuzê diyar kir ku Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî daye ku eger Tengava Hurmuzê girtî bimîne îhtimal heye krîzeke xurekê ya cîhanî çêbibe.

Rojnameyê ev hişyarî wekî 'zengilê xeteriyê' bi nav kir ku 'ji bazarên petrol û enerjiyê wêdetir diçe û dibe gefek rasterast li ser ewlehiya xurekê ya cîhanî."

Rojnameyê destnîşan kir ku di demekê de ku li cîhan  aborî paş ketiye û hêza kirînê kêm bûye, berdewamiya astengkirina barkirina petrol, gaz û gubreyan bi rêya tengavê dê rêjeyên enflasyonê zêde bike û bihayên xwarinên bingehîn bilind bike.

Li gorî rojnameyê, ji ber kêmbûna rezervên petrolê yên cîhanî û bilindbûna bihayên wan, vekirina Tengava Hurmuzê bûye girîngiyek cîhanî. Rojnameyê destnîşan kir ku her astengiyeke dirêj a li ser tengavê dê damara enerjiya cîhanî felc bike.

'DAN Û STANDINÊN LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ'

Rojnameya Al Modon li ser gera sêyemîn a dan û standinên Lubnan Îsraîlê yên li Washingtonê hatine lidarxistin nivîsî. Rojnameyê da zanîn ku taybetmendiya herî cihêreng a dan û standinan ew bû ku ew ji medyayê dûr tê lidarxitin û ev yek wekî hewldanek ji bo nîşandana cidîbûnê nirxand.

Rojnameyê encamên gerê wekî "bê hêvî" bi nav kir û wiha domand "Dirêjkirina 45 rojî ya peymana agirbestê bandorek pratîkî li ser erdê nekiriye. Êrişên Îsraîlê li başûr û Geliyê Bekaayê û aloziyên ewlehiyê dewam dikin."

Rojnameyê her wiha îşaret bi vê yek kir ku Lubnan, tevî krîz û lawaziyên xwe yên leşkerî û aborî xwedî hêzeke siyasî û dîplomatîk e ku dikare ji bo eşkerekirina binpêkirinên Îsraîlê û êşa sivîlan were bikar anîn. Rojnameyê da zanîn ku nebûna kampanyayek medyayî û siyasî ya bi bandor pozîsyona wê ya dan û standinê qels dike.

(k)