Li Sûdanê kolera belav dibe: 75 kes mirine

Şewba kolerayê li Sûdanê her ku diçe belavtir dibe. Hate zanîn ku li eyaleta Kordofana Rojava 75 kes mirin û 120 kes jî nexweş ketine.

Li Sûdanê kolera belav dibe: 75 kes mirine
23 gulan, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên li Sûdanê ragihand ku ji ber şewba kolerayê li herêma îdarî ya Fuca ya herêma El Nuhud a Eyaleta Kordofana Rojava, 75 kes mirine û zêdetirî 120 kes jî nexweş ketine. 

Radyoya Dabanqa ya xwecih a Sûdanê jî da zanîn ku nexweşî ji Focayê ber bi deverên El Kebera, El Qusa û El Reqîq ve belav bûye. Li herêma El Firdous jî hin kes bi vê şewatê ketine.

Hate diyarkirin ku dezgehên tenduristiyê ji ber kêmbûna testan, dermanên bingehîn û xebatkarên tenduristiyê, nikarin bi hejmara zêde ya nexweşan re mijûl bibin.

Ji Odeya Rewşên Awarte ya Eyaleta Kordofana Rojava jî daxuyaniyek hate dayîn. Li gorî daxuyaniyê nexweş ji ber kêmbûna xizmetên tenduristiyê rêbazên kevn ên dermankirinê li malan dibînin.

(bb)