Êrişên dagirkeriyê li Tebqayê hatin şermezarkirin

Li kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û  hate destnîşankirin ku hêzên navneteweyî berpirsên van êrişan in.

Êrişên dagirkeriyê li Tebqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Tebqayê hatin şermezarkirin
14 ÇILE, 2024   17:43
TEBQA

Bi dehan endamên Navenda Çand û Hunerê, rewşenbîr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefkirina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedefgirtina nirxên mirovî û edaleta navneteweyî ye û sûcekî mezin ê li dijî gelan e.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û bang li dewletên berpirs hat kirin ku ji bo rawestandina sûcên hovane yên li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destwerdanê bikin.

Her wiha Meclisa Sivîl a kantona Tebqayê jî bi daxuyaniyekê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Hevserokê Meclisa Sivîl a Kantona Tebqayê Hemûd El Rehîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji 10 salan de hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike û ji bo wê jî bi balafirên bêmirov û topan binesaziya herêmê û kargehên petrolê û saziyan dike hedef.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev êriş nîşan dide ku Tirkiye dixwaze tola DAIŞ'ê hilîne û derfeteke din bide wê da ku xwe dîsa vejîne û projeya gelê me ya ku bûye çareseriya rastîn û yekitiya Sûriyeyê diparêze, têk bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildar hat kirin ku li hember van êrişan rola xwe bilîzin.

(mh)

ANHA