Artêşa dagirker aşek bombebaran kir: 2 karker birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Amûdê- Hesekê aşek bombebaran kir. Li gorî agahiyan 2 karker birîndar bûne.

Artêşa dagirker aşek bombebaran kir: 2 karker birîndar bûn
14 ÇILE, 2024   18:04
NAVNDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyey dewam dikin.

Balafira bê mirov  û bi çek a dewleta Tirk aşê "Dirbas" ê li ser rêya navçeya Amûdê û bajarê Hesekê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan 2 karkerên di aşê de dixebitîn birîndar bûne.

(bb)

ANHA