Erebistana Siûdî êrişên li ser baregehên serokatiya Herêma Kurdistanê şermezar kir

Erebistana Siûdî bi tundî êrişa li ser baregehên serokatiyê li Hewlêrê şermezar kir û diyar kir ku ew hemû hewldanên ku ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê tehdît dikin red dikin.

Erebistana Siûdî êrişên li ser baregehên serokatiya Herêma Kurdistanê şermezar kir
29 adar, 2026   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî bi tundî li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemû êrişên ku herêmê dikin hedef şermezar kir.

Hêzên parastina asmanî li nêzîkî mala serok Nêçîrvan Berzanî û Mesûd Barzanî li Hewlêrê dronên hewayî asteng kiribûn, lê di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Ev êriş rastî şermezarkirinên berfireh ji aliyê Erebî û navneteweyî ve hat.

(ac)

ANHA