Li Serêkaniyê malên talankirî û gundên wêrankirî

Koçberên Serêkaniyê yên serdana gundên xwe kiribûn bi dîmenan talan û wêrankirina mal û gundên xwe belge kirine.

Li Serêkaniyê malên talankirî û gundên wêrankirî
30 adar, 2026   05:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî 7 salan çend malbatên koçberên Serêkaniyê yên ji gundê Um Şeîfa di cejna Remezanê de serdana gundê xwe kirin. 

Malbatên vegeriya gundê Şeîfayê yê dikeve bakurê bajarê Til Temir û li ser rêya bajarê Zirganê ye dema serdana gund dikin dibînin ku şopên jiyana wan a bi salan nemane û hemû dever telan û wêran kirine.

 Malbatan bi dîmenan talan û wêrankirina mal û gundê xwe belge kirine.

Di dîmenan de diyar dibe ku malên gundiyên koçber bûne, bi temamî hatine wêrankirin û di vê rewşê de nikarin vegerin malên xwe.

Xwendiyên gundê Şeîfayê anîn ziman ku her quncikek ji malên wan parçeyek ji jiyana wan bû. Îro jî piştî salan ji koçberiyê bûne biyaniyên gundê xwe.

Her wiha diyar kirin ku hemû gundên di destê artêşa Tirk û çeteyan bi temamî wêran bûne û şênî lê namînin. Her wiha dane zanîn di vê rewşê de koçber nikarin vegerin gundê xwe ji ber tiştek li ser hevdû nemaye.

Sala 2019`an piştî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, zêdetirî 150 hezar malbat koçber bûn.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li bendê ne ku lihevkirina 29`ê Çile pêk were, komî bi hev re vegerin gund û bajarên xwe.

ANHA