Eraqçî: Em ji bo diyalogê amade ne, lê zextan red dikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, zext û pêkanînên berê yên Amerîkayê têk çûn û anî ziman ku Tehran amade ye bi şertê rêzdariya li hemberî hev û parastina serdestiya nîştimanî diyalogê bi Washingtonê re bike.

Eraqçî: Em ji bo diyalogê amade ne, lê zextan red dikin
23 tebax, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, zext û pêkanînên Amerîkayê yên li ser welatê wê bi "senaryoyên dubare" bi nav kir û got, zext û pêkanînên berê negihiştin serî.

Eraqçî anî ziman ku Tehran amade ye bi Washingtonê re diyalogê bike, lê bi şertê ku li ser rêzdariya li hemberî hev, edalet û parastina serdestiya nîştimanî be. Her wiha îşaret pê kir ku Îran ji dorpêça aborî natirse

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku li cem DYA‘yê çareseriyên nû ku bi Îranê re bide û bistîne nîn in û got, vegera li siyaseta gefxwarin û zextê dê helwesta Tehranê nede guhertin.

(bb)