Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne

Behremenda ciwan Beraa Miêş bi neqişandinê wesîleya nîşandana xwebûna xwe, derxistina  aliyên kevneşopî û çanda Kurdî dîtiye. Ew bi piştgiriya malbat û hevalên xwe behreya xwe pêk tîne.

Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
Behremenda ciwan hêviyên xwe bi rengan dineqişîne
24 tebax, 2026   07:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Li herêmê di demekê de ku asta guhdayîna behreyên hunerî li gel ciwanan pêş ketiye, piranî ciwan û jinên ciwan hezkirina xwe ya ji çand û xwebûna xwe re vediguherînin berheman. Yek ji wan jî jina ciwan a bi navê Beraa Miêş a ji bajarê Dirbêsiyê ye, ew neqişandin ji box we kiriye wesîleya gihandina fikr û hestan, bi taybet fikrên girêdayî kevneşopî û çanda Kurdî.

Beraa Miêş sala 2008`an li bajarê Dirbêsiyê di nava malbateke ku ji 3 xwîşk û birayan pêk tê ji dayîk bûye, ew niha xwendina xwe ya di qonaxa amadehî de didomîne. Hezkirina wê ji neqişandinê re ji zarokatiyê ve çêbûye, dayîk û bavê wê, her wiha xwîşka wê desteka fêrbûna resmê pêşkêşî wê kirine, bi demê re ev behre bûye beşeke sereke ji jiyana wê ya rojane.

Beraa ne tenê wêneyên kesayetan dineqişîne, ew dîmenên xwezayî û resmên cuda çêdike, nava wan de jî behremên wê yên ji kevneşopî û çanda Kurdî jî hene. Beraa hewil dide bi rêya behreya xwe nasname û bûyerên girêdayî gale Kurd, kesayet, rêber û qehremanên Kurd nîşan bide.

Beraa 2 tabloyên li ser tep ên kesayeta Kawa El Hedad û ya din floklora Kurdî çêkirine, li aliyek din 100 tablo û neqişên li ser kaxezan çêkirine.

Beraa destnîşan kir  ku malbata wê ji bo pêşxistina behreya wê destekê dide, li hêleke din heval û kesên derdora wê piştgiriyê didin wê. Ev yek jî hiştiye ku ew behreya xwe pêşbixîne.

Beraa dibîne ku behreyên hunerî, bi taybet resim niha di nava ciwanan de li herêmê pêşketiye. Beraa bal kişand ser girîngiya piştgirîdayîna behreyan û zêdekirina derfetên pêşxistina wan. Da zanîn ku divê baweriya bi xwe, israr û pêkanîna armancan li gel behremendan hebe.

Beraa dixwaza xwe di asteke pêşketîtir di hunera neqişandinê de bibîne, pê re mohr û rêbazê xwe yê taybet ava bike. Her wiha dixwaze xwendina xwe bidomîne û li Fakulteya Endezyariya Avakirinê bixwîne.

(sb)

ANHA