Îsraîlê 2 welatiyên Sûriyeyî piştî çend rojan berdan

Hêzên Îsraîlê piştî çend rojan ji binçavkirinê 2 kesên ji gundewarê Qunetrayê serbestberdan.

Îsraîlê 2 welatiyên Sûriyeyî piştî çend rojan berdan
23 tebax, 2026   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê di 19‘ê vê tebaxê de bi ser bajarokê Cebata El Xeşeb ê gundewarên bakurê Quneytrayê de girtibû û 2 kes bin çav kiribûn, bêyî ku sedema biçavkirinê diyar bike. Îro hêzên Îsraîlê her du kes serbest berdan.

Li gundewarên Qunetrayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê, serdegirtina malan û binçavkirina şêniyan dewam dikin.

Beriya 4 rojan SOHR‘ê ragihandibû ku Îsraîlê 4 kes ji Qunetrayê ku berî nêzîkî salekê hatibûn girtin, berdan.

(bb)