Endamên MÎT’ê li bendên Til Eferê hatin bicîhkirin

Hat diyarkirin ku endamên MÎT’ê bi nasnameyên Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) li bendên kontrolê yên navçeya Til Eferê hatine bicîhkirin û zorê li welatiyan dikin. 

Endamên MÎT’ê li bendên Til Eferê hatin bicîhkirin
20 nîsan, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di malpera Lekolin.org de hatiye weşandin, di vê pêvajoya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Iraqê bikişîne nava êrîşên dijî Tevgera Azadiyê de, îstîxbarata Tirk (MÎT) jî xwe li herêmên Iraqê bicîh dike. 

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku piştî PDK’ê 16’yê Cotmeha 2017’an hêzên xwe ji herêmê vekişandin, MÎT’ê jî di bin navê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) li Kerkuk, Kifrî û Til Efer’ê hewldanên xwe zêde kirin. ITC ku bi awayekî eşkere propagandaya nîjadperestiya Tirk dike, di her firsendekê de Kurdan û destkeftiyên wan dike hedef.

Hin komên ITC’ê ku hat gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başîqayê hatine perwerdekirin, di bin navê hêzên ewlekariyê de li avahiyên vê rêxistinê hatibûn bicîhkirin. Di 2 salên dawî de jî di navbera Şengal-Kerkûkê de li ser hinek bendên kontrolê hatibûn bicîhkirin.

Di nûçeya Lekolinê de tê gotin ku yekîneyên taybet ên girêdayî MÎT’ê ji destpêka meha Adarê ve dîsa di bin navê ITC’ê de li bendên kontrolê yên Til Eferê hatine bicîhkirin.

Di nûçeyê de nêrînên karsazekî ku diçe herêmê û tê jî hatine dayîn û pêkanîn MÎT’ê hatine vegotin. Karsazê bi navê D.A.K. dibêje; “Roja 23’yê Adara 2024’an li benda kontrolê ya Til Eferê hin kesên ku nasnameya ITC’ê li cem wan hene, seyare rawestandin û rêwî di pirsyariyê re derbas kirin. Pirsên wekî, ‘Tu Kurdî yan Suriyeyî yî? Pêwendiya we tevgera Kurd re heye yan na? Kirin û gotin, ‘Ev dever êdî ji Komara Tirkiyeyê tên pirsîn. Lewma kesên ku pêwendiya wan bi Tevgera Kurd re heye, yi seyareyên xwe siwar nekin, nexwe wê seyareyên we bên desteserkirin û dê we jî bişînin zindanên Tirkiyeyê, hunê êdî malbatên xwe jî nebinin.

Til Efer navçeyek girêdayî Musilê ye û di navbera Şengal û Musilê de cîh digire.

(a)