Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn

Şervanên YPJ’ê Ronahî Kobanê (Rodîn Ebdilqadir Mihemed) Dilara Heleb (Raniya Henan) û Kobanê (Cîhan Nîdal Elî) di salvegera 2’yemîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn.

Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
Şehîd Dilara, Kobanê û Ronahî hatin bibîranîn
20 nîsan, 2024   14:19
KOBANÊ

Şervanên YPJ’ê Dilara Heleb (Raniya Henan), Ronahî Kobanê (Rodîn Ebdilqadir Mihemed) û Kobanî (Cîhan Nîdal Elî) yên 20’ê Nîsana 2022’yan  di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûbûn li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin de, tevî malbatên şehîdan bi sedan kes beşdar bûn.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtin, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn soza şopandina xeta şehîdan da û got: " Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan re xeta xwe ya azadiyê didomîne.  Îradeya jinan di her warên jiyanê de ji desthilatdariyê re bûye tirseke. Lewra jî dewleta Tirk ji wan serkeftinên dîrokî yên jinan ditirse û jinên têkoşer dike hedef. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê xeta azadiya jinan berdewam bikin û tola wan hilînin."

Merasîm bi dirûşam "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(şs/bb)

ANHA