El Xerzanî peyamek da partiyên siyasî: Nakokiyên we xizmetî dijmin dike

Mela Mihemed Reşîd El Xerzanî peyamek da tevgera siyasî ya Kurdî ya li Sûriyeyê û got: “Nakokî û parçekirina we, xizmetî dijmin dike. Eger em di vê qonaxê de nebin yek, gel, kolan û gotinên xwe nekin yek em ê gelekî lewaz bin û dê zirar bigihîne gelê Kurd."

El Xerzanî peyamek da partiyên siyasî: Nakokiyên we xizmetî dijmin dike
19 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO

Hemwextî gefên li dijî herêmê û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê, hemû beşên civakê bang li partiyên siyasî dikin ku bibin yek.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mela Mihemed Reşîd El Xerzanî diyar kir ku li hember gelê Kurd metirsiyeke mezin heye û got: “Komên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, dixwazin bi destekdayîna dewleta Tirk deverên din dagir bikin."

El Xerzanî bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku bibin yek. Lê ger nakokî çêbe dê binketin para tevan be.

El Xerzanî got: "Dema daxwaz bibin yek em ê bi hêz bibin. Divê nakokiyên partiyetê li pêşber armancên gelê Kurd ên yekitiyê nebin asteng."

El Xerzanî diyar kir ku partiyên siyasî ji 60 salî ve dixebitin û wiha got: "Ez bilsotî û êş dibêjim, ji ber nakokiyên we, we gel parçe kir. Ev nakokiyên we, di demekê de ku pêdiviya gelê me li hember van xeteriyan bi hevgirtinê heye, gel parçe kir."

Di dirêjahiya axaftina xwe de El Xerzanî wiha pê de çû: “Li Efrînê binêrin, çi bi serê wê de hat. Hin aliyên Kurdî hebûn texmîn dikirin ku dê Efrîn bikeve bin kontrola wan. Heta yên cihê xwe di Rêveberiya Xweser de jî negirtibûn di talanî û sûcan re derbas bûn."

El Xerzanî diyar kir ku piştî 100 di ser parçebûna Kurdistanê re derbas bû û mafên wî nehatin naskirin, dîsa gelê Kurd di zehmetiyan re derbas dibe. Dema hatiye ku mafên gel ên100 salên bê werin dayîn.

ˋEGER EM NEBIN YEK EM Ê GELEKÎ LEWAZ BINˊ

Der barê vê yekê de El Xerzanî got: “Eger em di vê qonaxê de nebin yek, kolan, gel û gotinên xwe nekin yek em ê gelekî lewaz bin û di encamê de dê zirar bigihîje gelê Kurd. Ji bo pêşîgirtina li vê metirsiyê pêwistî bi yekbûnê heye da ku dema em bi Şamê re ketin nava dan û standinan, daxwazên me yek bin."

El Xerzanî wiha li gotinên xwe zêde kir: “Şoreşa Şêx Seîd, Şêx Mehmûd û Seyid Taha ji ber nebûna yekbûnê derfet ji destê xwe dan. Cegerxwîn jî gotibû ‘eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek’. Ji ber wê jî dema nakokî hebin, dikevin xizmetî dijmin."

Di dawiya axaftina xwe de El Xerzanî bang li partiyên siyasî û hêzên siyasî kir ku bibin yek da ku helwesta we jî yek be û got: “Şerm e em tawîzan bidin dijmin û nedin hev. Ev şermeke dîrokî ye. Em bi hêvî ne dîrok dubare nebe û hevkarî di nav gelê Kurd de hebe."

(mh/fr)

ANHA