Şêniyên Til Temirê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e

Şêniyên bajarê Til Temrê yê kantona Cizîrê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêgezên demokrasiyê û jiyana hevbeş di nava gelên herêmê de ava kiriye.

Şêniyên Til Temirê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
19 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1999’an ve li Girava Îmraliyê sîstema îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne. Çavdêr di wê baweriyê de ne ku sedema vê yekê jî ew e ku desthilatda Tirk ji fikrên wî yên azadî, wekhevî û jiyana hevpar û aştiyane ditirse ku ew fikir li dijî polîtîkayên wan ên cihêkarî, desthilatdarî û dagirkeriyê ye.

Şêniya bi navê Senaa Hemûd a ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşaneke zelal a belavbûna felsefeya wî ye. Her wiha diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hucreya yekkesî ya li Îmraliyê de, di warê biratî û jiyana hevbeş de destkeftiyeke mezin bi dest xistiye. Senaa wiha got: “Azadiya Rêbertî wê bibe çareseriya herî ewle ya pirsgirêka Kurd, ji ber ku ew dixwaze hemû pêkhate bi azadî û bê cudahî bijîn.”

‘AZADIYA RÊBERTÎ DÊ BIBE EGERA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD’

Şêniyê bi navê Xidir Mîzer El Ilêwî jî tekez kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe alîkar ku doza Kurd çareser bibe û bingeha avakirina civakeke demokratîk û dadmend ava bibe. El Ilêwî wiha got: "Bingeha felsefeya Rêbertî neteweya demokratîk e ku hewl dide dadmendî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de pêk bîne.”

Jina ciwan Nalîn Sîdo jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji fikrên azadîxwaz ên Rêber Abdullah Ocalan ditirse, lewma li dijî wî pergala îşkence û qirkirinê pêk tîne.

Nalînê got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê bihêle ku dadmendî, wekhevî û demokrasî di nava civakê de were pêkanîn. Ya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir modela jiyana hevbeş a aştiyane, fikra Rêbertî bû.”

BANGA BIDAWÎKIRINA SÎSTEMA ÎŞKENCE Û QIRKIRINÊ

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku berdewamkirina sistema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, dibe asteng li pêşiya çareseriyên aştiyane yên li herêmê û ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî banga hevgirtin û têkoşînê kir.

Sanaa Hemûd di dawiya axaftina xwe de got: “Em di wê baweriyê de ne ku azadiya Rêbertî dê rê li ber aştî û aramiya Rojhilata Navîn veke û ji bo gelên herêmê bibe destpêka siberojeke geş.”

Xidir El Ilêwî û Nalîn Sîdo ji bo siberojeke azad û aştiyane banga hevgirtinê li gelan û pêkhateyan kir.

(k)

ANHA