El Colanî di lûtkeya li Bexdayê de beşdar nabe

Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Iraqê beşdarbûna serokê desthilata Şamê di lûtkeya Erebî ya ku çaverê ye li Bexdayê were lidarxistin de, bi dûr xist û diyar kir ku wezîrê derve yê Iraqê hempîşeya xwe ya desthilata Şamê, ji bo serdana Iraqê, vexwendiye.

El Colanî di lûtkeya li Bexdayê de beşdar nabe
22 sibat, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqî beşdarbûna serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî di lûtkeya Erebî ya li Bexdayê de, bi dûr xist.

Wekîlê Wezareta Karên Derve Hîşam El Ilêwî ji rojnameyekê re axivî û got wezîrê Karên Derve yê Iraqê hempîşeyê xwe yê hikumeta veguhêz a Sûriyeya nû vexwendiye û di navbera her duyan de nîqaş li ser dema serdanê çêbûne.

El Ilêwî diyar kir ku hin danehevên teknîkî hene û ew jî girêdayî danehevên ewlehiyê ne.

Der barê lûtkeya Erebî ya ku dê di hefteya yekemîn a Gulana bê de were lidarxistin El Ilêwî beşdarbûna El Colanê di lûtkeyê de bi dûr xistin û got: "Tê payîn ku El Colanî beşdar nebe."

(fr)