Dewriyeyên Îsraîlê ketin bajarokekî Quneyterayê

Digel rageşiyên zêde li herêmên sînorî yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê, dewriyeyên Îsraîlê li gundewarê bakurê bajarê Quneyterayê derbasî bajarokekî bûn.

Dewriyeyên Îsraîlê ketin bajarokekî Quneyterayê
22 sibat, 2025   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyên Îsraîlê tevî erebeyên leşkerî û leşkeran derbasî bajarokê Ofaniya yê gundewarê bakurê Quneyterayê bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, beşek ji dewriyeyê li hundirê bajarok bi cih bû û beşa din jî ber bi Xan Ernebê ve çû, wê yekê li gel şêniyên herêmê fikar çêkir.

Ev tevgera leşkerî, digel rageşiyên zêde li herêmên sînorî yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê pêk tên.

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh (înê) ragihandibû ku hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Ofaniya yê gundewarê bakurê Quneyterayê bûn.

(fr)