Serkirdeyekî El Qaîdeyê li Sûriyeyê hat kuştin

CENTCOM’ê ragihand ku di êrişeke hewayî ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê de serkirdeyekî "El Qaîde" hatiye kuştin.

Serkirdeyekî El Qaîdeyê li Sûriyeyê hat kuştin
22 sibat, 2025   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke hewayî pêk aniye, di encamê de serkirdeyekî çeteyên "Huras El Dîn" Wesîm Tehsîn Beyreqdar ê girêdayî El Qaîde hat kuştin.

CENTCOM’ê diyar kir ku êrişa ku di roja înê (21’ê Sibat) pêk hatiye de, di çarçoveya pabendiya berdewam bi tevkariya hevkarên herêmî, ji bo rûbirûbûna gefên "terorîstan" û rê li pêş komên tundraw were girtin de, hate kirin. Da ku rê li pêş wan komên tundraw were girtin ku êrişî sivîl û leşkerên Amerîkayê û hevalbendên wê yên li herêmê û derveyî wê nekin.

Girêdayî mijarê, fermandarê CENTCOM’ê Michael Eric Corella got wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi ser "terorîstan" de li ku derê dibin bila bibin, bigirin ku ewlehiya wê ya neteweyî were misogerkirin, hevkar û hevalbendên wê werin parastin.

(fr)