‘Eger Rêbertî bi fîzîkî azad bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe’

Jinên ji Girke Legê got tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û girtina wî binpêkirina mafên mirovan e.

‘Eger Rêbertî bi fîzîkî azad bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe’
17 tîrmeh, 2026   03:32
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Hediya Xelef got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navneteweyî ne. Rêbertî jiyana xwe da aştiyê û divê serbest were berdan. Heke Rêbertî fîzîkî azad nebe çareserî jî çênabe.”

Her wiha Îman Murad jî axivî û got: “Em qebûl nakin ku Rêbertî di tecrîdê de bimîne. Em li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bû. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve divê Rêbertî fîzîkî azad bibe.”

Hêvîn Murad jî diyar kir ku girtin û xistina Rêber Abdullah Ocalan di tecrîdê de binpêkirina mafên mirovan e. Heke Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe.

(np)

ANHA