Şêniyên Dêrikê: Nasname bi biryarekê nayê guhertin

Şêniyên bajarê Dêrikê hewldanên guhertin û erebîkirina navên gund û bajarên Kurdan red kirin û destnîşan kir ku ew nav ji bo wan hêmanên dîrokî û çandî yên herêmê ne.

Şêniyên Dêrikê: Nasname bi biryarekê nayê guhertin
17 tîrmeh, 2026   06:44
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Di demên dawîn de ji ber hewldanên guhertina navên bajaran ên bi kurdî, li bajar û bajarokên Rojava bertek derketin hole. Şêniyên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê dest ji mafê xwe bernedin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.

Mihemed Ebdulrehman da zanîn ku gelê Kurd bi dîrok û mafê xwe yê dîrokî ve girêdayî ye, hewldanên guhertina navên gund û bajaran berdewamiya kiryarên paşguhkirinê yên ku berê bi armanca tunekirina nsanameya Kurdî dihatin kirin e.

Mihemed Ebdulrehman diyar kir ku fedekariya ku bi hezaran şehîd dane, dihêle ku şênî navên Kurdî wekî beşek ji herêmê û hebûna xwe bibînin.

Wesfa Mûsa jî da zanîn ku divê navên gund, bajar û dibistanan bi zimanê Kurdî bimînin, nasname bi biryarên îdarî nayê guhertin.

Wesfa Mûsa destnîşan kir ku ev nav dîroka herêmê û çanda wê temsîl dike, parastina wê, parastina zakîreya nifşên bê ye.

Mezlûm Fendî jî da zanîn ku hewildanên guhertina navan nasnameya çandî ya gelê Kurd hedef digire, navên gund û bajaran ne tenê navên erdîngarî ne, ew dîrok, çand û jiyanê temsîl dike. Fendî diyar kir ku şênî rêkarên ku bi van kiryaran nêzî nasnameya wan dibin, red dikin. Gelên herêmê ji bo parastina xak û hebûnê berdêlên mezin dane, ew ê heta dawiyê girêdayî mîrateya xwe ya çandî û dîrokî bin.

(sb)

ANHA