Trump: Tu lihevkirinek dawî ji bo Îranê pêk nehat

Serokê Amerîkayê, piştî civîna 3 saetan a li Koşka Spî ya bi serokwezîrê Îsraîlê re, diyar kir ku tu lihevkirinek dawî ji Îranê pêk nehat.

Trump: Tu lihevkirinek dawî ji bo Îranê pêk nehat
11 sibat, 2026   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina wî û serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya li Koşka Spî ku 3 saetan dom kiriye, negihîştin lihevkirinek dawî ya ji bo Îranê.

Trump piştî civînê daxuyand ku hevdîtina bi Netanyahu re bi dawî bû, civîn pir baş bû û got, "Têkiliya xurt a di navbera DYA û Îsraîlê de berdewam e."

Trump diyar kir ku tu biryarên dawî ji civînê derneketin û ew li ser berdewamkirina danûstandinan bi îranê re ji bo ku "bizane ku wê lihevkirin pêk bê yan na" de bi îsrar e.

Li aliyekî din jî nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu da zanîn ku di hevdîtinê de girîngî daye pêdiviyên ewlehiyê yên dewleta îsraîlê.

Li gorî nivîsgehê, Netanyahu ji Trump re gotiye ewlehiya Îsraîlê girîngiyek pêşîn e, her du aliyan li ser tensîq û peywendiyê der barê bûyerên nû de li hev kir.

(fr)