DYA û Îranê li hev da

Tevî agirbestê jî şerê di navbera DYA û Îranê de dewam dike. Her du alî hev bi destpêkirina êrişan tawanbar dikin û daxuyaniyên li pey hev yên li ser lêdana armancên hev belav dikin.

DYA û Îranê li hev da
1 hezîran, 2026   09:45
NAVNDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku wan li nêzîkî Tengava Hurmuzê, li Girava Qeşmê û herêma Gorukê, navendên kontrola komandoya balafirên bêmirov (drone) û pergalên radarê yên Îranê kirine armanc.

CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku li Girava Qeşmê û herêma Gorukê ya Îranê, di dawiya hefteyê de êriş birine ser radar û navendên kontrola dronan. CENTCOM’ê destnîşan kir ku ji ber Îranê firokeyeke wan a bêmirov a cureya MQ-1 di dema ku li ser avên navneteweyî difiriya, xistiye xwarê, wan ev êriş wek bersiv pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balafirên şer ên DYA’yê bi lez bersiv da, pergala parastina hewayî ya Îranê, qereqoleke kontrola li ser erdê û 2 dronên êrişê yên ku ji bo keştiyên di avên herêmî re derbas dibin metirsiyeke eşkere bûn, bêbandor kirin.” Di êrişên li ser Îranê de tu ziyanên giyanî negihîştine hêzên DYA’yê.

PASDARAN: ME BINKEYA HEWAYÎ YA DYA’YÊ RÛXAND

Li aliyê din, li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Fars a nîv-fermî ya Îranê ku xwe dispêre daxuyaniya Artêşa Pasdaran a Îranê, DYA’yê li Girava Sîrîkê birca ragihandinê kiriye armanc.

Pasdaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wekî bersivdayîna vê êrişê, binkeya hewayî ya DYA’yê ya ku êrişê jê dest pê kiriye hatiye armancgirtin û hinek armancên girîng hatine rûxandin. Pasdaran hişyarî da ku ger êriş berdewam bikin, dê bersiveke berfirehtir û tundtir bê dayîn û berpirsa encamên vê yekê jî wê rasterast DYA be.

ÎRANÊ BI MÛŞEKAN ÊRIŞÎ BAREGEHÊN KOMELEYA ZEHMETKÊŞAN KIR

Duh bi şev rejîma Îranê careke din êrişî Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir. Berpirsê Peywendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî got bi 2 mûşekan êrişî baregehên wan ên li Dola Alan a ser bi Îdareya Serbixwe ya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.

Penahî got: “Ji dema şerê DYA-Îsraîl û Îranê de, heta niha nêzîkî 81 moşek û balafirên bêmirov baregeh û navendên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirine armanc.”

Agahiyên têkildarî ziyanan nehatin belavkirin.