Rejîma Îranê 2 Kurdên din bi darve kirin

Rejîma Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî bi darve kirin.

Rejîma Îranê 2 Kurdên din bi darve kirin
1 hezîran, 2026   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî yên di çalakiyên meha Çileyê de hatin girtin, hatin bidarvekirin.

Li gorî nûçeya Mîzanê, girtiyên Kurd ên bi navê Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî  li girtîgeha Qêzêlhêsar a Kerecê hatin bidarvekirin.

Herdu girtî bi îdiaya" "Karê operasyonî li dijî ewlekariya welêt ji bo Îsraîl û DYA'yê kirin", "sîxurî", "şewitandina dibistana olî û mizgeftê", "Mohabere" û "Zerardayina li milkên dewletê û yên taybet" dihatin sûcdarkirin.