Li Kongoyê di êrişa DAIŞ‘ê de 7 kes hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ‘ê de li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê bi kêmanî 7 kes hatin kuştin.

Li Kongoyê di êrişa DAIŞ‘ê de 7 kes hatin kuştin
1 hezîran, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Kongoyê diyar kir ku çeteyên ‘Hevbendiya Hêzên Demokratîk’ ên girêdayî DAIŞ‘ê êrişî herêma di navbera Ngadi û Mavivi de kirine. 

Artêşê diyar kir ku di êrişê de ku li nêzîkî bajarê Benî yê li parêzgeha Bakurê Kivu pêk hat, 6 sivîl hatine kuştin, her wiha leşkerek dema ku êrişkar dişopandin hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih parvekirine, çeteyên DAIŞ‘ê di saetên derengiya şevê de êrişî wargehekê kir û niştecihên wê neçarî derketina ji malê kirin, piştre ew kuştin. Hate gotin, hin cenaze di nava daristanan de mane û xwegihandina wan jî zehmet e.

Piştî êrişê, bi sedan niştecihên bajarê Benî xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran, hêzên hikumetê bi derengketina mudaxeleyê û neparastina sivîlan tawanbar kirin. Polîsan ji bo belavkirina xwepêşandêran gaza îsotê bi kar anî.

(bb)