'Doza gelê Kurd dê bi yekitiyê çareser bibe'

Ahîn Elî anî ziman ku divê hemû partiyên siyasî yên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî û got: “Doza gelê Kurd yek e, daxwaza wan jî yekitî ye.”

'Doza gelê Kurd dê bi yekitiyê çareser bibe'
24 adar, 2026   02:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Edama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ahîn Elî li ser girîngiya xurtkirina yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivî.

Ahîn Elî anî ziman ku gelê Kurd bi yekitiyê dikare li dijî êrişan şer bike û xwe biparêze û bi bîr xist ku di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û êrişên vê dawiyê de gelê Kurd li Kurdistanê û tevahiya cîhanê rabû ser xwe.

Ahîn Elî bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku nakokî û zîhniyeta xwe ya partîperest derbas bikin û lêvegereke Kurdî ya hevbeş ava bikin û da zanîn ku doza gelê Kurd yek e, daxwaza wan jî yekitî ye.

Ahîn anî ziman ku zîhniyeta partiyan teng e û wiha got: "Hinek aliyên siyasî bi tena serê xwe tevdigerin. Di konferansa yekrêziya kurdî ya par de komîteyeke hevbeş a Kurdan hatibû avakirin lê belê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ê bi tena serê xwe çû hevdîtin bi Şamê re kirin. Dibe ku partî çi lîberal, demokratîk, sosyalîst û neteweyî bin di aliyê îdeolojîk de ji hev din cûda bin, lê belê divê hedefê wan yek be û ji bo xizmeta doza kurdî û xurtkirina yekitiya Kurdan bixebitin."

Ahînê îşaret bi vê yekê kir ku dema ku partî bi tena serê xwe tevdigerin li pêşiya avakirina lêvegera Kurdî dibin asteng û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Tevî hewldanên berê yên mîna ezmûna Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK), ji ber hinek alî tev li nebûn, lêveger kurdî nehat avakirin.”

Ahîn Elî destnîşan kir ku gelê Kurd bi yekitiyê li dijî êriş û komployên hundirîn û derve yên li ser herêmê şer kir û xwe diparêzin û got çi qasî Kurd dibin yek, ew qas bi ser dikevin.

Ahîn Elî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojava hatibû lidarxistin wek gaveke girîng nirxand û da zanîn ku Kurd dikarin roleke sereke di avakirina Sûriyeya demokratîk de bigirin û bi yekitiya Kurdan dê Sûriyeya demokratîk were avakirin.

Ahîn Elî têkildarî derbaskirina nakokiyên partiyên siyasî yên Kurdan jî got: "Hişmendiya hişk a partiyan êdî bê bandor bûye. Divê partî nerm û siyasî nêz bibin. Li şûna berjewendiyên teng li gorî daxwazên gel tev bigerin. Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo pêkanîna yekitiya Kurdî dixebite. Ev pêvajo ne pêvajoya ku hevdû sûcdar bikin. Em hewldanên parçekirina gelê Kurd qebûl nakin. Gelê Kurd dikare xwe birêxistin bike û bighêjê hedefê xwe. Dibe ku Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye lê belê dikare ji bo yekitiya Kurdî pêşengî bike.”

ROLA JINAN DI YEKITIYÊ DE

Ahîn Elî bal kişand ser rolan jinan di yekitiya Kurdan de û wiha axivî: “Rola jinan di xurtkirina yekitiya kurdî, parastina hevgirtina civakî û parastina deskeftiyên şoreşa Rojava ku şoreşa jinan tê naskirin mezin e. Yekitiya gelê Kurd dê bi jinan destpê bike û bi wê were avakirin. Jin dikarin guhertinê çêbikin û pêşengtiya projeya yekitiyê bikin. Jinên Kurd cihê xwe di qada siyasî de girtin û xwe birêxistin dikin. Çawa pêşengtî ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî re kirin, dikarin ji kongreyê neteweyî re bikin.”

Ahîn Elî wiha pê de çû: “Jin berpirsyariya doza kurdî û doza jinan radikin. Di avakirina civakê de rola jinan du caran zêdetir e. Jin dikarin bi rêya rêxistinên jin hevgirtinê xurtir bike û aliyan nêzî hevdû bikin. Her wiha ev rêxistin dikarin bibin sîwana komkirina jinan. Komcivîn û kongreyan birêxistin bikin, li nêrîn û pêşniyarên wan guhdar bikin. Hemû jinan tev li jiyana siyasî û civakî bikin."

Ahîn Elî bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li hember jinan jî û got: "Hebûna jinan di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de nîne. Ev yek di kongreyê wan a bi navê Kongreyê El Nesir de hat dîtin. Mêr mîna jinan nikarin nûnertiya jinan bikin, doza wan, zor û zehmetiyên wan bînin ser ziman. Şoreşa jinan îro şoreşeke hiqûqî û qanûnî ye. Bi têkoşîna xwe re wê mafên jinan di destûra Sûriyeyê de misoger bike.”

Endama Kongra Star Ahîn Elî wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê gelê Kurd ji bo xurtkirina yekitiya xwe bixebitin û li benda krîzan nemîn in. Bêyî yekitiyê doza gelê Kurd çareser nabe."

(np)

ANHA