Li kolanên Dêrikê lehî rabû

Ji ber barana dijwar a piştî nîvro, li kolanên bajarê Dêrikê yê Cizîrê lehî rabû, zirarên madî bi bajêr bûn.

Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
Li kolanên Dêrikê lehî rabû
23 adar, 2026   19:18
QAMIŞLO

Li herêmê, ji çend rojan ve baranên dijwar dibare, rêjeya avê zêde bûye, lehî çêbûne û baran keta malan.

Nûçegihana me ji bajarê Dêrikê diyar kir ku li bajarê Dêrikê îro baranek dijwar bariya, bi wê re li ser rêya Kornîşê lehî rabû, rê û peyarê xerab kirin û zirarên madî çêbûn.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber bilindbûna rêjeya avê li Bendava Borzê îhtîmal heye di ser re birije, di nava şêniyan de metirsî hene û pêdiviya wê bi tedbîrên lezgîn heye.

Aliyên eleqedar li ser vekirina kunên avê û pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji kesên zirardîtine re dixebitin.

(fr)

ANHA