‘Bila fitne nekeve navbera pêkhateyên Sûriyeyê’

Şêniyên bajarê Dêrikê got divê pêkhateyên Sûriyeyê xwe ji fitneyê biparêzin û neyên tehrîkkirin.

‘Bila fitne nekeve navbera pêkhateyên Sûriyeyê’
24 adar, 2026   05:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Xelkê bajarê Dêrikê diyar kir ku divê dawî li şer û pevçûnan were û li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tev bigerin. 

Elî Hacî Yûsiv anî ziman ku divê civak xwe ji zimanê nefretê û provokasyonan biparêze û wiha got: “Gel li hember şerê taybet ku bi rêya wê dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê, haydar e. Gel li Rojava û li herêmên dîtir ên Sûriyeyê êdî fitne û rastiyê ji hev derdixe. Ji dîrokê tecrube girtine, gelê Ermen û gelê Kurd hedef hatin girtin. Haya gel ji tehrîk û provokasyonan heye. Gelê Rojava dikare xwe ji vê yekê biparêze. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, dê bibe bersiva hemû provokasyonan.”

Elî Hacî Yûsiv got: “Divê hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi hemû aliyan re bide û bistîne û diyalogê bike. Sûriye dê bi hevgirtinê were parastin.”

Rêveberê Ofîsa Perwerdeyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şewket Muslim diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e û wiha got: “Divê zîhniyet û polîtîka were guhertin. Şer û pevçûn aştiyê asteng dikin û derfeta entegreya demokratîk kêm dibe. Divê pêdiviyên Pêvajoya Aştî û Cikava Demokratîk werin zanîn û li gorî wê tev bigerin.”

ANHA