'Divê em bi rihê berpirsiyariyê bersiva banga Rêber Apo bidinˊ

Însiyatîfa Jinan ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku banga Rêber Apo bi xwe re ruhê guhartina ber bi aştî û demokrasiyê ve anî. Însiyatîfê bang li jinan kir ku ji bo beşdariya di vê pêvajoyê de amade bin.

'Divê em bi rihê berpirsiyariyê bersiva banga Rêber Apo bidinˊ
10 tîrmeh, 2025   22:29
HELEB

Têkildarî banga bidîmen a ku Rêber Abdullah Ocalan duh kiriye, Însiyatîfa Jinan ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya parka Zarokên Şehîdên Efrînê ya li herêma Şiqeyêf a Helebê daxuyaniyek da.

Bi amadebûna endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û malbatên şehîdan her du koordînasyonên Kongra Star Reyhan Elo û Fehîme Hemo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku banga Rêber Abdullah Ocalan bi xwe re ruhê guhartinê û giyanekî nû yê ber bi aştî û demokrasiyê ve anî û wê dîmenê peyamek zelal a destpêkirina qonaxa diyalog, edalet û civaka demokratîk nîşan da.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Ji bo jinan ev bang ne tenê bangeke siyasî bû, lê ragihandinek bû teşe ber bi naverokê ve guhert. Ev bang berpirsiyariya beşdariya aktîv di sazkirina qonaxa bê û avakirina siberojekê de têra hemûyan dike radixe pêşiya me."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku banga Rêber Apo ne ber bi qonaxeke berê ve ye, lê ber bi asoyeke nû ve bû ku pêdiviya wê bi dengekî jinê yê hişmend û zana heye, û em weke karkerên di aliyên jinan û civakê de dixebitin vî dengî wekî beşek girîng a vê veguherînê dibînin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan diyar kir ku ew amade ne li gorî pêdiviyên qonaxê tev bigerin, atolye û hevdîtinan li ser naveroka bangê û rêbazên pêkanîna wê li dar bixin.

(mh/fr)

ANHA